ÎranNûçeRojhilatanavin

Terorîst binavkirina Îranê nîşana siyaseta newekhev a rojavayê ye

Li gorî rapora IRIB Newsê, Elî Şemxanî, sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê roja yekşemiyê li kêleka birêvebirina civîna neteweyî ya şirovekirina lêzanînan li Têhranê di derbarê terorîst binavkirina Îranê ji aliyê Emerîkayê ve got: Emerîka wextekê li serdema şerê sepandî karûbarên besiyan bi serûber dikir û muxbirê Sedamî bû û bi diravên siûdiayn bo guhestina kelû melan ji welatên navçeyê îstifade dikir û her wiha grûpa Munafiqan wek tabora pêncem a besiyan damezirandibû.

Şemxanî got: Lê emerîkiyan qet grûpa terorîstî ya Munaqifan nexistin nav lîsteya terorîstan û ew îro rojê DAIŞ`ê xwe re dikin hecet û berevaniya Rejîma Siyonîstî dikin û berûvajî Komara Îslamî ya Îranê ku stratejiya wê ya sereke rawstana li hember serdestîxwaziyê ye dixe nav lîsteya terorîzmê.

Wezareta karên derve ya Emerîkayê li raporekê ku roja pênşemiya hefteya buhurî weşand, îdiayên xwe yên pûç û îsbatnebûyî dubare kir û Îran bi piştgiriya ji terorîzmê tawanbar kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu