ÎranNûçeRojhilatanavin

Hesen Ruhanî: Îran ji bo gişt navçê wek hokarê îstiqrar û ewlehiyê ye û li vî halî de bi başî berevaniya mafên xwe dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li rûniştina desteya wezîran pêgîrî kir ku hêz û şiyana Îranê li warên aborî, çandî, siyasî, civakî û bi taybet li warê leşkerî û parastinê li dij ti kes û ti welatekî nîne û li vê çarçovê de got: Îran ji bo êrişa ser welatekî din hêz û qaweta xwe ya leşkerî zêde nake, belkî şiyan û qaweta Îranê ya leşkerî ji bo pêşîgirtin û parastin û berevaniyê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha balkişand ser liv û tevgerên hin welatên navçê ji bo tirsandina ji Îranê û got: Îran li dû şerafet û serbilindiya xwe ye û ti caran jî li fikra zorbêjî û dedirêjiya ser welatên din nebûye û ji vê şûnda jî nabe.

Hesen Ruhanî herwiha got: Dîrokê jî nîşan daye ku Netewê Îranê ti caran li netewekî din zilm nekiriye û erd û welatê ti kesî dagîr nekiriye û cînarên xwe bombebaran nekiriye, terseyê vê yekê hertim awareyên welatên din bi sitar kiriye û herwek mêvanekî nêzîkî wan bûye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku welatê me ji tu kesî re bi taluke nebûye û got: Îran ji bo gişt navçê wek hokarê îstiqrar û ewlehiyê ye û li vî halî de bi başî berevaniya mafên xwe dike.

Ruhanî herwiha bal kişand ser cinayetên Rejîma Siyonîstî li navçê û got: Ewên ku li mideha 70 salên bihûrî ji navçê re şer, tevlihevî, tevkujî û wêranî çêkirine û herdem ji bo qirkirina xelkê navçê xebitîne û bûbelat û karesata Sebra û Şetîla xuliqandin, ne layiqê vê yekê ne ku bibêjin Îran bi taluke ye.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu