İslami Davet Kurdi Bange İslami

Terorîst nahêlin sivîl vegerin malên xwe yên li Quneyterê

Terorîstên El Nusrê yên ku li başûrê Quneytereya Sûriyê ne, nahêlin kesên sivîl vegerin malên xwe.

Mehekê beriya niha derbasgeheka mirovdostane di navbera gundên Ceba û Um Batineyê li başûrê Quneyterê pêk hat ku dewleta Sûriyê, armanca ji vî karî hêsankariya pêvajoya vegeryana xelkê gundên pişka navendî û başûrî ya vê navçeyê bo malên xwe ragihand.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Spûtnîkê, eva li halekê ye ku Ebû Elî, berpirsekî vê derbasgehê, ragihand: Terorîst qet îzn nadin kesên sivîl ji derbasgeha Ceba Um Batineyê hatûçûnê bikin.

Berpirsê derbasgeha di navbera gundên Ceba û Um Batineyê, dibêje: Îsraîlî li ser terorîstên li vê navçê serdest in û îzn nadin ku xelkê vê navçê ji rêya vê derbasgehê ve derbasî nav malên xwe bibin.

Li gorî vê raporê serkirdeyên terorîstan gef li kesên sivîl xwerine ku nêzîkî vê derbasgehê nebin û eva li halekê ye ku gelek caran kesên sivîl van gefan ber çav nagirin heta eger bibe sedema jidestdayîna canê wan.

Terorîstên li parêzgehên Quneytere û Derayê li başûrê rojava Sûriyê, alîkariyên giştalî ji Rejîma Siyonîst verdigirin û jibilî alîkariyên ji hêla alavan û pêdiviyê operasyonan, birîndarên wan jî li nexweşxaneyên  navçeyên dagîrbûyî yên Filistînê derman dibin.

Rejîma Siyonîst bi caran li parêzgeha Quneyterê, hevgavê pevçûna di navbera artêşa Sûriyê û koma terorîst a Cibhetunusrê de, pêgeh û hêzên artêşa Sûriyê bi mihaneyên curbicur dane ber êrişan. (BANGE İSLAMİ)

Exit mobile version