NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstan 24 caran agirbesa nav Sûriyê binpê kirin

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Navenda rûsî ya çavdêriya ser agirbesa nav Sûriyê li daxûyaniya xwe ya îro yekşemê ragihand ku grûpên çekdar û terorîst li şev û roja bihurî 24 caran agirbesa nav Sûriyê binpê kirin.

Vê navenda çavdêriya ser agirbesa Sûriyê ragihand ku grûpên çekdar û terorîst li parêzgehên Heleb, ŞamDera, Idlib û Laziqiyê ev agirbesa binpê kirine.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku teybîrên pêwîst bona dubare nebûna vê agirbesê hatiye berçav girtin.

Li vê mudehê Rûsiyayê 3.6 ton alîkariyên mirovdostane gihandiye xelkê Helebê.

Agirbesa hemû layî di nav Rûsiyê piştî îmzabûna rêketinnama navbera Tirkiyê, Rûsiyayê û Îranê li bara Sûriyê, îcra bû.

Helbet ev agirbesa grûpên terorîstî yên DAIŞ`ê û Cibhetul-Nusreh nagire ber xwe.

Başa dön tuşu