Dayra avê ya bajarê Şamê ava vexwarinê ya vî şarî bi hegera vîya ku têrorîstan çavkanîyên avê lewitandine, jibo çend rojan qut kir.
Li gorî rapora kanala Al-Alamê, dayra avê ya bajarê Şamê bi daxûyanîyekê ragihnad ku têrorîstan hemî çavkanîyên avê li Şamê û derdora vî bajarî kirine hedefa êrişên xwe yên bi jehrkirin û gemarkirina avê, herçend ku ava vî bajarî hatîye qutkirinê lê, wezareta çavkanîyên ava Sûrîyê yê ava zimhêrkirî bide ber destê welatîyan.
Di vê daxûyanîyê da hatîye ku rewşa ava Şamê û derdora vî bajarî yê di rojên pêşda çêtir bibe.
Bi dewama serketinên artêşa Sûrîyê û işkestên bidûhev ên têrorîstan li vî welatî, têrorîst ji berê zêdetir dest bi kavilkirina nijyarên Sûrîyê ji wan wêrankirina şebekeyên veguhestina ceryan û ava vî welatî dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)