ÎranNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: Îran pêbendê hevhatinên navneteweyî ye

Îshaq Cehangîrî duşemiyê şevê li mersima  destpêbûna  faza dudiyan a pêtroşîmiya Karonê li parêzgeha  Xûzistanê(başûrê rojava Îranê) deheka fecra inqilaba Îslamî pîroz kir û got: Îran ji ji gefa dijmina ditirse û ne jî ji ji ber ken û girnijîna wan geşbîn dibe.

Alîkarê ewil ê serokê Komara  Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku welatên rojava pir hewil didin navçê bêewleh bikin û got : Komara Îslamî ya Îranê welatê herî ewleh û biistiqrar a navçê ye.

Îshaq Cehangîrî her wiha  bal kişand ser vê yekê ku  işkestên  berdewam ên terorîstan li navçê bûye sedem ku  alîgirên  rojavayî û erebî yên wan  îdiayên derew li dijî Komara îslamî ya Îranê ji wan piştgiriya  ji terorîzmê hilêxin û tekez kir. Bereya rojava  ya alîgirê terorîstan hewl dide destkevtên  Komara Îslamî ya Îranê bi van îdiayana  kêmreng û lawaz nîşan bide lê tu carî bi ser nakeve.

Alîkarê ewil ê  serokê Komara Îslamî ya Îranê û wezîrên niftê, hêzê, cîhada cotkarî û pêşe, maden û ticaretê yê Îranê, roja duşemiyê jibo destpêkirina xebata  çend projên  giring ên  aborî sefera parzêgeha Xûzistanê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu