AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Îxracata gaza Îranê bo Komara Azerbaycanê berfireh dibe

Serokê karûbarên tendrustî, ewlehî, jîngeh û berevaniyê ya navça 8 ê ya guhestina gaza Îranê ragihand ku îxracata faza ji Astarayê bo Komara azerbaycanê zêde bûye.

 Li gorî rapora IRNAyê, FErhad Qedîmî  serokê karûbarên tendrustî, ewlehî, jîngeh û berevaniyê ya navça 8 ê ya guhestian gaza îranê roja yekşemiyê nav koma  nûçegihanan li bajarê Astarayê got: Rojê 5 milyon  mêtrê kûp gaz ji navenda  derfirotina   gazê ya AStarayê bo Komara Azerbaycanê tê şandin ku biryar e ev  asta  bighêje  rojê 20 heya 25 mêtrê kûpê li rojê.

Qedîmî tekez kir: Ji hêla mewqiya stratejîk û hevsînorbûna  Îranê tev welatên Iraq, Tirkiye , Komara Azerbaycan, Ermenistan û Nexcewanê derfirotina  gazê jibo anîna  diravê derve nav Îranê pir giring e.

Navça heşt a guhestina gaza  Îranê parêzgehên Azerbaycana rojhilat, Azerbaycana  rojava , Zencan, Kurdistan,Gîlan  û Erdebîlê dgre ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu