NûçeRojhilatanavin

Pêgiriya xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê li ser pêwîstiya teyarkirina hêzên çekdar

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê li ser pêwsîtiya xurtkirina hêzên çekdar ên Îranê bi çekên pêşketî li hemberî gefên dijminan sekinî.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê, ayetullah Mihemed Elî Muwehidî Kirmanî bal kişande ser gefên dijminan li dijî Komara Islamî ya Îranê û got: Di rewşeke viha da xurtkirin û pirçekirina hêzên çekdar ên Îranê karekî pêwsît e û tu têkiliya vê mijarê bi tu welatekî re tine.

Ayetullah Muwehidî Kirmanî bal kişande ser zorbêjiya Amerîkayê li navçeyê û got: Amerîka nikare rê li ber xurtbûna hêzên çekdar ên Îranê bi çekên pêşketî bigire.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê her viha tevî şermezarkirina cinayetên Alê Siûd û Rêjîma Siyonîst li navçeyê got: Amerîka ji bo kuştina misilmanan çekên xwe yên kujer datîne ber destê van rêjîman.

Ayetullah Muwehidî Kirmanî helwêstên şaş ên Amerîkayê li navçeyê wek hokara bêewlehiyê li navçeyê dan zanîn û got: Ev helwêst li dijî welatên navçeyê ne.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê di eynî demê da tevî rexneya ji helwsêtên şaş ên Konseya Hevkariya Kendava Farsê û Yekîtiya Ereban li dijî Hêzbullaha Libnanê li ser esasa têrorîstzanîna Hizbullahê got: Eva li halekî ye ku li gorî gotina giştan, şervanên berxwedana Libnanê vî welatî li hemberî komployên siyonîstî û komên tekfîrî yên ku welatên rojavayî pişta wan digirin, her viha li hemberî hinek ji hikûmetên fasid û kirêgirtî li navçeyê diparêzin.

Ayetullah Muwehidî Kirmanî her viha tevî sipasiya ji gelê Îranê ji bo beşdariya berfireh li hilbiajrtina meclisa şêwra islamî û civata şarezayên rêbertiyê di 26`ê sibata 2016`an da, ji nûnerên meclisê xwest ku erk û sozên xwe cih bînin.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê di eynî demê da tevî pîrozkirina Cejna Newrozê li gelê Îranê û farsîzimanan, hêvî kir ku sala tê saleke ligel pêşketin û başiyê ji bo gelê Îranê di hemî waran da be. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu