İslami Davet Kurdi Bange İslami

Terorîstan li Heleba Sûriyê çekên kîmyayî bi kar anîne

Karzanên eskerî yên Rûsiyê ragihandin ku paşmayiyên gullên neteqyayî yên madên kîmyayî nîşan dide ku grûpên terorîstî li Heleba Sûriyê çekên hanê bi kar anîne.

 Li gorî rapora Russia Todayê, Îgor  Konaşinkof berdevkê wezareta berevaniyê ya Rûsiyê roja înê li daxûyaniyekê ragihand ku karzanên eskerî yên  Rûsiyê bi peydakirina paşmayiyên gullên madên kîmyayî yên neteqyayî gihêştine vê encamê ku  grûpên terorîstî li êrişên xwe yên berdewam ser xelkê sivîl ên sûrî û navçên bin kontrola  dewleta Sûriyê li Helebê çekên kîmyayî bi kar anîne. Berdevkê wezareta berevaniyê ya  Rûsiyê got : Ev operasyona  keşfê li navça 1070 a li derdora  başûrê rojava  Helebê cih hatiye. pêştir  ji ber bikaraîna  madên kîmyayî li êrişa ser navça 1070ê ji aliyê grûpên terorîstî du kes hatibûn kuştin û  bi dehan kes jî birîndar bibûn. Li gorî vê raporê, li encama lêkolîna nimûnên  cebilxanan li ceribîngehee seyar hat kivşkirin ku madên jardar ku li wan çekan hatine xebitandin kolor û fosfor bûne. Rûsiyê despêka meha Îlonê hişyarî dabû ku  grûpên terorîstî renge  çekên kîmyayî li dijî xelkê sivîl û artêşa Sûriyê li Helebê bikar bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version