IraqNûçeRojhilatanavin

Terorîstan li Musulê bi çekên kîmyewî êrişî artêşa Iraqê kir

Berdevkê Fermandarê Operasyona Hevpar a Artêşa Iraqê General Yahya Resul Zubaidi di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku milîtanên DAIŞê bi çekên kîmyewî êrişî çeperên artêşa Iraqê kir.

General Yahya Resul Zubaidi di axaftina xwe de got: “Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li rojavayê Mûsilê ji bo pêşveçûna leşkerên artêşa Iraqê rawestîne bi çekên kîmyewî êriş kir. Lê di êrişê de kuştî û birîndar çênebûn. DAIŞ negihîşte armanca xwe û operasyona Mûsilê berdewam e. Hêzên Hewayî û yekîneyên kifşê piştgiriyê didin operasyonê û hetanî demeke kin dê bajêr were rizgarkirin.”

Yahya Resul Zubaidi di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di destên terorîstên DAIŞê de çekên kîmyewî hindik e û madeya jahrî ya di destê wan de zêde talûkê çênake.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu