Hate gotin, ku Bereya Fethul-Şamê ew çekdarê bi navê Ebdurehman Şadad (Ebû Nemirê Sûrî), ku du keçên xwe weke xwekuj bikar anî bû, kuştiye.
Çekdarên Bereya Fethul-Şamê an ku Bereya Nûsrayê, li taxa Tişrîna Şamê, çekdarê xwe yê bi navê Ebdurehman Şadad, ku weke Ebû Nemirê Sûrî dihate naskirin, kuşt.
Beriya niha Ebû Nemirê Sûrî di dîmenekê vîdeoyî de bombe bi canê du keçên xwe ve Îslama 7 salî û Fatîmaya 9 salî ve girêdabû û van keçikan di baregahekî polîsên hikûmeta Sûriyê de xwe teqandibûn.
Li gorî gotina çavdêrên mafên mirovan, bomberêjkirina van herdu zarokan zirareke mezin dabû pêgeh û navûdengê grûbên mûxalefetê û bi taybetî jî grûbên îslamî.
Ji ber vê sedemê jî Bereya Fethul-Şamê Ebdurehman Şadad (Ebû Nemirê Sûrî) kuştiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)