CîhanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Terorîstê li Zelandaya Nû 51 kes kuşt got sûcê min tune

Brenton Tarrantê ku li Chrîstchurcha bajarê Zelandaya Nû di mizgeftên Nur û Lînwoodê da 51 kes kuşt û 49 kes birîndar kir, li mehkemeyê got sûcê min tune.

Terorîst Tarrantê ku di 15ê Adara 2019an da di mizgeftên Nur û Lînwoodê da êrîşî kesên îbadet dikirin kir, 51 kes kuşt û 49 kes birîndar kir li Mehkemeya Bilind a Chrîstchurchê hat darizandin.

Tarrant li bajarê Aucklandê di girtîgeha Paremoremoyê girtî ye û bi vîdeoyê beşdarî mehkemeyê bû.

Tarrant bi 51 cinayet, 40 teşebûsên cinayetê û êrîşa terorê hat sûcdarkirin, lê îdia kir ku ew bêsûc e.

Kesên eqrebayên wan di êrîşê da mirine yan jî birîndar bûne jî li mekemeyê doz temaşe kirin.

Hakimê Mehkemeya Bilind a Chrîstchurchê Cameron Mander daxuyand li gor rapora rayedaran eşkere kir Tarrant ne dîn e, hişê wî li serê wî ye û ew dikare agahiyê bide parêzerên xwe û xwe biparêze.

Dozgeriyê daxwaz kir Tarrant ji bilî 51 cinayet û 40 teşebûsên cinayetê divê ji ber êrîşa terorê jî bê darizandin.

Dadgêr Mander biryar da ku Tarrant di 4ê Gulana 2020an da dîsa derkeve pêşberî mehkemeyê.

Başa dön tuşu