IraqNûçeRojhilatanavin

Keçeke Êzdî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Hat ragihandin ku keçeke Êzdî ya 13 salî ji destê DAIŞê hatiye xilaskirin.

Berpirsê Xilaskirina Êzdiyên hatine revandin a li Dihokê Husen Qaîdî ragihand ku keçeke Êzdî ku ji gundê Werdiye yê dikeve başûrê çiyayê Şingalê bû, sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û diyar kir ku ew keça Êzdî ya 13 salî ji destê rêxistina DAIŞê hatiye derxistin.

Qaîdî diyar kir ku xebatên wan ên ji bo rizgarkirina Êzdiyên di destê DAIŞê de berdewam dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu