NûçeRojhilatanavinSûriye

Sûrîyê êrişa Amerîka û Tirkîyê ser axa wî welatî rexne kir

Alîkarê nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY ragihand, kesên ku rapora li bara vî welatî li Konseya Ewlehîyê raber kirin, çavên xwe ser êrişên Amerîkayê û jînosaydên bidûhev û êrişên zordarîyê yên Tirkîyê ser axa Sûrîyê girêdan.

Hin welatên endamê Konseya Ewlehîyê ya NY roja sêşemê li raporekê idia kirin ku Şam derbaskirina alîkarîyên insandoistîyê û gîhandina wan bo sivîlan li deverên curbicur ên Sûrîyê asteng dike.

Li gorî rapora nûçegihanê SAHAR TV, Mênzêr Mênzêr alîkarê nunerê dayimî yê Sûrîyê li NY bal kişand ser pêngava dewleta Şamê ya parvekirina dadmendane ya ji sedî 75`ê alîkarîyên mirovdostane li deverên curbicur ên vî welatî û li ser pêwîstîya hevdengîya vê rêxistîyê û Sûrîyê di warê karên mirovdostîyê da sekinî.

Di vî warî da Pîtêr Maûr serokê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor li seredana xwe ya Sûrîyê bal kişand ser cidakirina gîhandina alîkarîyan ji mijara muzakireyên sîyasî û got: Nabe dewlet û civatên navnetewî li hemberî derd û êşên gelê Sûrîyê sersar bin, ji ber ku bêserûberîya li gîhandina alîkarîyan, gelê vî welatî dixe ber xeterên curbicur ji wan bêserûberîya li xwarinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu