IraqNûçeRojhilatanavin

Teqandina karewana koma terorîst a DAIŞ`ê li rojavayê Mûsilê

Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê li rojavaya Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê, roja sêşemiyê karîn karewaneka koma terorîst  a DAIŞ`ê û ji wan çend trombîl û alavên leşkerî yên vê komê biteqînin. Di vê operasyonê de hemî endamên DAIŞ`ê yên di vê karewanê de hatin kuştin.

Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê, roja duşemiyê jî li dewama operasyona xwe ya li rojavayê Mûsilê, çar gundan ji lepên DAIŞ`ê azad kirin.

Ev hêzane herwiha çend riyên ber bi bajarê Tileferê (duyemîn bajarê mezin ê parêzgeha Neynewayê) girtin destê xwe.

Li rojhilata Mûsilê jî piştî paqijkirina hin navçeyan ji terorîstên DAIŞ`ê, jiyana asayî vegeryaye van navçeyan.

Hêzên iraqî yên li rojhilata Mûsilê karîn çend navçeyên xelktêde ji destê terorîstan azad bikin.

Operasyona azadkirina Mûsilê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê ji 17`ê Cotmeha buhurî ve li ser fermana Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê, dest pê bûye.

Mûsil ji meha Hezîrana 2014`an ve ketiye destê koma terorîst a DAIŞ`ê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu