ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Dirêjkirina boykotên dijî Îranê ji aliyê Amerîka qet qanûnî nîne

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê got: Eva ku meclisa Sinaya Amerîka boykotên dijî Îranê 10 salên din jî dirêj kirin, ji nezera qayde û qirarên navnetewî qanûnî nîne.

Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê li civîna îro ya meclisê bal kişande ser reyî û dengê Sinaya Amerîka bi dirêjkirina 10 salî ya boykotên dijî Îranê û destnîşan kir; Ev babeta ku nûnerên Sinaya Amerîka pejirandin dijî naveroka rêketina navokî ya navbera Îranê û grûpa 5+1 e ji ber ku li 8 xalên vê rêketinê digel van siyasetên Amerîka neyarî hatiye kirin.

Larîcanî destnîşan kir; Li halê ku nîvek ji nûnerên Sinaya Amerîka Demokrat bûn, heta nûnerekê ji vî partî neyarê vê dirêjkirina boykotên dijî Îranê derneket ku eva nîşan dide hemû sîstema Amerîka dixwaze boykotên dijî Îranê werin dirêjkirin.

Wî bal kişande ser bê hêtibariya serokkomarê nihaye Amerîka û destnîşan kir; Gotinên serokkomarê Amerîka ku ji manê û berbendan li nav kongera vî welatî diaxive ji ser rastbêjiyê nîne.

Wî bal kişande ser boykotên Amerîka dijî nift, gaz û sermayeguzariya pişka Pitroşîmiya Îranê û ragihand ku gor xala 21 a vê rêketinê divê ev boykotên wiha jinav herin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu