NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên Artêşa Azad û El Nusra dixwazin herêmeke xweser ava bikin

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku agahî di derbarê hewldanên avakirina herêma xweser bi piştgiriya Amerîkayê li başûrê Sûriyeyê yên Fetih el Şam (El Nusra) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) destê wan de heye.

Mariya Zaxarova di derbarê mijarê de axivî û got: “Min nûçeyên derbarê mijarê de dît. Ez dikarim bibêjim ku di destên me de jî derbarê vê yekê de agahî hene. Ev agahî rast e û ji aliyê me ve jî hat piştrastkirin.”

Berdevka Wezareta Derve Zaxarova destnîşan kir ku rewşa dawî ya başûrê Sûriyeyê bi awayeke cidî berbi xirabiyê ve diçe. Berevejî daxuyaniyên Amerîkayê, îro li deşta Yermûkê ne tenê ASA, DAIŞ û Nusra jî hene. Di bin navê alîkariya mirovî hertim kerwan ji sînorê Libnanê tên. Em fêm dikin ku ew alîkariya mirovî ya bi şiklî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu