NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên Artêşa azad ya bi ser Turkiyê gundek topbarankirin

Artêşa azad ya bi ser Turkiyê ve, bi avêjeyan gundekî devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê topbarankirin û di encamê de jineke kurd birîndar bû.

Jêderekî xwecihî ji BasNewsê re got ku çekdarên opozîsiyona Sûriyê, gundê Zaretê yê navçeya Şêrewa armanckirin û di encamê de jina kurd, Sedîqa Henan Mustefa ya 665 salî, birîndar bû û bo nexweşxaneya Avrîn li bajarokê Fafînê yê bi ser devera Şehbayê ev, hate veguhestin.

Wî jêderî diyar kir  ku çekdaran ji gundê Basilê de, yê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin gundê Zaretê yê di bin kontirola hêzên Rêjîma Sûrî û YPGê de ye, topbaran kirine.

Başa dön tuşu