ÎranNûçeRojhilatanavin

Berfirehkirina ticaretê, mijara sereke ya sefera Zerîf bo Pakistanê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj û muzakira tev rayedarên pilebilind ên Pakistanê bo berfirehkirina ticaretê û têkikiyên aborî ji mêhwerên sereke yên sefera xwe ya Îslamabadê da zanîn.

 Muhemed Cewad Zerîf berêvara Pêncşemiyê dema  gihêşt Îslamabadê li gotûbêja bi IRNA`yê re bal kişand ser vê yekê ku peywendiyên  Komara Îslamî ya Îranê bi Komara  Îslamî ya Pakisanê re pir nêzîk û dîrokî ne û got: “Ji ber damezrandina  dewlet û meclisa neteweyî ya nû li Pakistanê, pêwîst bû ku li yekim derfetê, bi rayedarên  pilebilind  ên vî welatî  li potsên curbicur, hevdîtin û gotûbêj bê kirin“.

Muhemed Cewad Zerîf  her wiha li bara  hevkariyên  aborî û bankî navbera Îran û Pakistanê got: “Li seferên derbasbûyî bo Pakistanê, her wiha  seferên rayedarên  pakistanî bo Îranê, li bara şêwazên  curbicur ên xurtkirina  peywendiyên bankî hat gotûbêjkirin û em hêvî dikin li vê seferê encamên baş bi dest bixin“.

Muhemed Cewad Zerîf  Duh berêvarê bi taximekê re bona hevdtin û gotûbêja bi rayedarên  dewleta nû ya Pakistanê û bona berfirehkirina hevkariyên  her du welatan gihêşt Îslambadê.

Zerîf li vê sefera durojî bi rayedarên  pilebilind ên vî welatî ji wan Umran xan serokwezîrê Pakistanê hevdîtin û gotûbêjê dike.

Hevdîtina bi serokê meclisa neteweyî û serokê meclisa Senayê, wezîrê karên derve, fermandê giştî yê artêşê û wezîrê aborî û darayiyê yê Pakistanê ji bernameyên dine sefera Zerîf bo Îslambadaê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê, berêvara Çarşemiyê jî li sefereke nişkêveyî, gihêşt Enqerê û bi serokkomar û serokwezîrê  Tirkiyêre li bara  peywendiyên dualî û alûgurên Sûriyê muzakire kir.

Başa dön tuşu