NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên Artêşa Sûriyeya Azad gundên Minbicê topbaran dike

Hat ragihandin ku Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ya ku bi piştgiriya Artêşa Tirk li Sûriyeyê şer dike, vê sibehê ji saet 08.00a û şûnde ji gundên Cibildem û Şêx Nasirê topên hawanê diavêjin gundên Korhiyok, Sebwêran, Boxaz û Îlanê yên li rojavayê Minbicê.

Hat diyar kirin ku di dema topbaranê de balafirên şer ên Artêşa Tirk jî li asîmanên herêmê digeriyan. Her wiha hat hîn bû di encama wan topbaranan de 7 kesên ji gundê Korhiyokê birîndar bûne û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Minbicê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu