ErebîstanNûçeRojhilatanavinSûriye

Buseyna Şeban: Rejîma  Siûdî ji sala 2011`an ve  bi Sûriyê re şêr dike, mîna  hin rejîmên din di rêza dagirkirên siyonîst de ne

Buseyna Şeban, şêwirmenda çapemeniyê ya Beşar Esed serokkomarê Sûriyê, wek berteka li hember êrişa muhtmel ên Emerîkayê ser Sûriyê, muadileyên pevçûna pêşerojê, ser qezanca Sûriyê dan zanînê

Buseyna Şeban roja çarşemiyê li gotûbêja bi kanala  televîayonî ya libnanî ya Meyadînê re, amadetiya Sûriyê ji bo rawestana  li ber her cure êrişa muhtemel a  Emerîkayê ser Sûriyê raghand û  got: Dînatiya welatên  rojavayê ser qezanca terorîstan e û encamên şerê Sûriyê heya niha ji bo welatên rojavayê encameke  berûvajî hebûye û  bûye sedem mêhwerekê li dijî wan çê bibe.

Buseyna Şeban bal kişand ser hevalbendiya  li encama  vê mêhwerê, ji wan  Rûsiyê, Çîn, Sûriyê, Komara Îslamî ya Îranê û Hizbullaha Libnanê pêka sala 2013`an  got ku tevî hewldana  welatên rojavayê ku ji riya gefan hewl didin bighêjin destkewtekê lê serketina nêzîk a  Sûriyê,  dê muadileyên navçê û cîhanê bi zûtirkê biguhere.

Buseyna Şeban her wiha diyar kir  ku Îsraîl yanê handerê sereke  yê êrişa Emerîkayê ser Sûriyê, li  alûgurên  navçê  dorandiye û destnîşan kir ku Rejîma  Siûdî ji sala 2011`an ve  bi Sûriyê re şêr dike, mîna  hin rejîmên din di rêza dagirkirên siyonîst de ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu