ÎranNûçeRojhilatanavin

Peyamna pîrozbahiyê ya serokomarê Çînê û serokwezîrê Pakistanê bi minasibeta serketina Hesen Ruhanî li hilbijartinan

Serokomarê Çînê bi şandina peyamekê, serketina Hesen Ruhanî, ya jibo cara duyemîn li hilbijartina serokomariya Îranê, li wî û gelê Îranê pîroz kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Şî Cîn Pîng, serokomarê Çînê, îro şemiyê li peyamekê jibo Hesen Ruhanî, got, li dewra çarsalî ya buhurî ya serokkomariya te, Îranê karî serketinên civakî û aboriya zav bi dest bixe.

Şî Cîn Pîng, herwiha got, peywendiyên di navbera Îran û Çînê de bi awayekî pirr berbiçav berfireh bûne û ev pêvajoya erênî ya berfirehbûna peywendiyan wê bi beşdariya rayedar û neteweyên her du welatan bidome.

Serokwezîrê Pakistanê jî çend saetan piştî ragihandina serketina Hesen Ruhanî, li danzdehemîn dewra hilbijartina serokomariya Îranê, bi weşandina peyameka fermî, bijartina wî ya jibo serokomariya Îranê ya jibo cara duyemîn a bi dû hev pîroz kir.

Mihemed Newaz Şerîf, serokwezîrê Pakistanê, roja şemiyê li peyama pîrozbahiyê jibo Hesen Ruhanî got, peywendiyên di navbera Îran û Pakistanê de li hevpariyên dîrokî, çandî û bawermendiyê de kok vedaye.

Li gorî ragihandina encamên dawîn ên dewra danzdehemîn a hilbijartina serokomariya Îranê, Hesen Ruhanî berbijarê vê hilbijartinê bi bidestxistina zêde ji 23 mîlyon dengî li hember 15 mîlyon û 786 hezar û 449 dengên Seyd Îbrahîm Reîsî Sadat, careka din bû serokomarê bijartî yê Îrana Îslamî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu