IraqNûçeRojhilatanavin

Terorîstên DAIŞê 5 malên xelkê şewitandin

Terorîstên DAIŞê bi êrişa ser gundekî derdora Xaniqînê agir berdan 5 malên xelkê vî gundî û gelek ji pez û dewraên wan ji nav birin.

Radiyoya Newa ragihand ku Terorîstên DAIŞê  êriş birin ser gundê Medan ya Xaniqînê. Hêzên Ewlehiya Iraqê pêşiya terorîstan girtin, lê belê terorîstan dest avêtin   agir berdana 5 malên xelkê vî gundî û gelek ji pez û dewraên wan ji nav birin.

Malpera Xendan ji zarê endamê YNK li Xaniqînê Yasîn Azad ragihand ku di encama şewitîna 5 malan 63 pez û dewar mirar bûn.

Yasîn Azad dibêje navê vî gundî Elî Sebahî ye û du mal hatin teqandinê û 3 mal jî şewitandin.

Wî herwiha got ku ji ber êrişên DAIŞê xisarên giran li xelkê ketine û gundî neçar mane terka malên xwe bidin.

Başa dön tuşu