IraqNûçeRojhilatanavin

Waşîngton bi dû serdestbûna li meydana gazê ya Al Anbarê ye

Ajanseke nûçan a Iraqê ragihand ku Amerîka hewil dide bi girtina pêşîya peymangirêdana Bexdayê digel şirketeke koreyî, peymana vejîyandina meydana gazê ya Ukazê ku li rojavaya Al Anbarê ye bi şirketeke amerîkî ra girêde.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Al Malumê ya Iraqê, berpirsên parêzgeha Al Anbarê di sala 2013`ê da ji bo sûdwergiritna ji meydana gazê ya Ukazê bi şirketa Dayv a Koreya Başûr ra derbarê sermayeguzarîya li vê meydana gazê rêketinameyek wajo kirin lê, ji ber êrişa têrorîstên DAIŞ`ê karê derxistina gazê hat sekinandinê.

Şirketa Siemens a Almanê jî di Cotmeha buhurî de kêm mabû ku peymaneke 15 milyard dolarî bi dewleta Iraqê re girêde lê bi destwerdan û zexta Amerîkayê pêşî lê hat girtinê.

Rojnama Financial Times`ê ya Amerîkayê di 8`ê Cotmehê de di vî warî da nivîsî: Destwerdana Waşîngtonê ser xêra şirketa amerîkî ya General Electric bû sedem ku derfeta peymangirêdanê ji şirketa Siemens a Almanê re nemîne.

Başa dön tuşu