NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên DAIŞê dîsa ketin bajarokê Raî yê Helebê

Rêxistina terorîst a DAIŞê bajaroka Raî ya li bakurê Helebê ku çend roj beriya niha ji destê wê derketibû, careke din bi dest xist.
Li gorî çavkaniyên herêmî ku ragihandin, terorîstên Koalîsyona Sûriyeyê bi serkêşiya komên Siltan Murad di seat 04.00an de ji bajaroka Raî û çend gundên din ên herêmên Şehbayê reviyan û DAIŞê bajarok bi dest xist.
Çavkaniyan dan zanîn ku çeteyan piştî dagirkirina bajaroka Raî ber bi gundê Til Betal ê rojavayê bajarokê ve pêş dikevin.Terorîstên DAIŞê di 7ê Nîsanê de bajaroka Raî û depoyên wê yên genim radestî koma Siltan Murad kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu