ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hemberî gotinên serokê giştî yê Civata Hevkarîya Kendava Farsê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê wekî berteka li hemberî gotinên serokê giştî yê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê, temî li wî kir ku jibo pêderxistina rastîyên hegerên karesata Minayê jibo “ pêkanîna desteyeke pêderxistina rastîyasn a navnetewî û islamî“ hewl bide û nehêle Rîyaz astengîyan ser rêka pêkanîna desteyeke viha derxe.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî wekî berteka li hemberî helwesta alîgîrîyê ya serokê giştî yê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê li bara karesata Minayê pêkutî kir: Komara Islamî ya Îranê tevî ku bûyera diltezîn û jibîrnabe ya Minayê tîne bîra serokê giştî yê Konseya Hevkarîya Kendava Farsê, ser vê bawerê ye, tişta ku li merasima hecê ya sala buhurî hat serê hecîyan, nehêjabûn û nekarabûna hikimdarên siûdî li rêvebirina karûbarên hecê baş aşkira kir.

Wî herviha got: Eva ku hikimdarên siûdî û serokê giştî yê Caivata Hevkarîya Kendava Farsê welatên din tawanbar dikin, ev karê wan berpirsîya wan têkildarî xwîna bi hezaran misilmanên ku li bûyera Minayê bi neheqîyê hat rijandinê û nehêjabûna hikimdarên siûdî li rêvebirina karên hecê ji wan dûr naxwe.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê pêkutî kir ku pêbendîya li nirx û isûlên dînê islamê û dilovanîya ku Evdiletîf Zîyanî behsa wê kirîye, bi karê wî yê piştgirîya ji hikimdarên ku bi nehêjabûna xwe dilê ometa islamê xembar û birîndar kirîye ra lihev nayên.

Di encama bêtivdîrî û nebêjabûna hikimdarên siûdî da, sala buhurî zêde ji 7 hezar hecî ji wan 464 hecîyên îranî di roja eyda Qurbanê da man bin dest û pîyan û canê xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu