ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetulah Mihemed Elî Muwehêdî-Kêrmanî: Pênase û cewhera Trump û rêvebirên Amerîkayê zilim, sitem û cinayet e

Pêşnimêjê nivêja înîyê yê Têhranê bal kişand ser boykotên ihtimalî yên Amerîkayê li dijî Îranê û got: Di encama wan boykotana de, Amerîka û Donald Trump serokomarê vî welatî dê riswa bibin.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 8`ê Gulanê de bi hilêxistina dubare ya buxtanên dijî Îranê, vekişîna Waşîngtonê ji rêketinama atomî û vegerandina boykotên navokî mideha 3 heta 6 mehên bê de ragihand.

Ayetulah Mihemed Elî Muwehêdî-Kêrmanî li xutbeyên nivêja înîya Têhranê bi gotina vîya ku zorbêj bi serkirdetîya Amerîkayê hemî imkan û alavan ji bo ku derbê li Inqilaba Islamî bidin, sûdê werdigirin, dîyar kir: Dijmin wê bi wan alavên ku li Yemen, Filistîn û hin welatên mezlûm ên navçê cinayetan dikin, ji nav herin.

Ayetulah Mihemed Elî Muwehêdî-Kêrmanî pêgirî kir ku pêwîst e li hemberî komployên zorbêjên cîhanê hişyar bin û got: Amerîka tenê di fikra dabînkirina berjewendîyên xwe de ye û tu wexta pêbendî soz û peymanên xwe nabe.

Pêşnimêjê nivêja înîyê yê Têhranê herwiha bal kişand ser cihanîna sîyasetên dijî koçberîyê yên Donald Trump serokomarê Amerîkayê û got: Pênase û cewhera Trump û rêvebirên Amerîkayê zilim, sitem û cinayet e.

Başa dön tuşu