IraqNûçeRojhilatanavin
Terorîstên DAIŞê li taxa Gogceliyê 4 wesayetên bombebarkirî teqandin, gelek mirî û birîndar hene
Hat hînbûn ku li taxa Gogcelî ya Mûsilê DAIŞê bi 4 wesayetên bombebarkirî êrişeke mezin pêk aniye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, terorîstên DAIŞê li taxa Gogceliyê 4 wesayetên bombebarkirî teqandine ku dengê teqîna ji gelek deverên taxê hatine bihîstin. Di encamê de gelek mirî û birîndar hene. Tê gotin ku êriş li cihekî qelabalix ya taxê hatiye kirin. Derbarê êrişan de hêj ti agahiyên zelal nehatine belavkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)