NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên “Heyeta Tehrîr El Şamê” li bakur û rojavayê Minbica Sûriyê bi cih bûn

Terorîstên Ehrar El Şamê li şûna Cebhe El Şamiye li bakur û rojavayê Minbicê bi cih bûn.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Terorîstên Ehrar El Şamê ên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) li şûna terorîstên Cebhe El Şamiye li 6 gundên bakur û rojavayê Minbicê belav bûn.

Diyar dibe ku ev bichkirina nû, berdewama planên Tirkiyê e piştî ku terorîstên “Heyeta Tehrîr El Şamê” (Cebhet El Nûsra berê) di hefteya borî de, Efrîna dagirkirî kontrol kir û Terorîstên Cebhe El Şamiye jê derxistin ku çûn li derdora Ezaz û Babê yên dagirkirî.

Başa dön tuşu