NûçeRojhilatanavinSûriye

Di encama êrişeka asmanî de 200 çekdarên DAIŞê li Sûriyê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Rûsya ragihand, di encama êrişeka asmanî de 200 çekdarên DAIŞê li Sûriyê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniya Rûsya îro ragihand ku şeva borî karwaneka DAIŞê ku ber bi bajarê Dêrezorê yê Sûriyê ve diçû, rastî êrişa balafirên şer yên Rûsya hat.

Li gorî agahiyên Wezareta Berevaniya Rûsya, di wê êrişê de herî kêm 200 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û gelek otomobîl û cebilxaneya wan hatin şewitandin û teqandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu