EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf giheşte Davosa Swîsê

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bi armanca pişkdarîya li civîna Civata Cehanî ya Aborîyê li Davosê, giheşte bajarê Zorîx ê Swîsê.

Zerîf li balafirgeha navnetewî ya Swîsê ji alîyê Mêhdî Abidî kardarê sefareta Komara Islamî ya Îranê li Swîsê va hat pêşwazîkirinê.

Li gorî plana hatîye ragihandinê, wezîrê karên derve yê Îranê biryar e ku îro li 47`emîn gerra Civata Cehanî ya Aborîyê li Davosê ser navê “ Îran li navçe û cehanê“ biaxive.

47`emîn dewra Civata Cehanî ya Aborîyê duh ser navê “ rêvebirîya bersivder û wergira berpirsîyê“ li Davosa Swîsê destpê bû.

Mihemedcewad Zerfî wezîrê karên derve yê Îranê piştî axavtina li Civata Cehanî ya Aborîyê li Davosê, yê bera xwe bide Kovalalampûrê jibo ku li civîna awarte ya wezîrên karên derve yên Sazîya Hevkarîya Islamî pişkdar be, civîna ku mêhwera wê hilkolandina rewşa misilmanên Mîyanmarê û piştgirîya ji wan e.

Wezîrên karên derve yên welatên endamê Sazîya Hevkarîya Islamî li gorî daxwaza Malêzîyê yê roja pêncşem ango sibê civînekê li bajarê Kovalampûrê jibo hilkolandina rewşa kêmîneya misilman a Rûhîngîya li Mîyanmarê lidar bixin.

Dewleta Mîyanmarê mafê tam ê welatîbûnê nade misilmanên vî welatî. Misilmanên rûhîngîyayî ji sala 1982`an va bi dû pejirandina qanûnekê ji mafê welatîbûnê li Mîyanmarê bêpar in. Şîdetên li dijî vê kêmîneya misilman li Mîyanmarê jî di van mehên dawîyê da dijwar bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu