BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Teşkîlata dadweriyê ya Rejîma Alê Xelîfê 12 inqilabiyên din ên behreynî bi tawana beşdariya li kombûna li dijî Rejîmê, xistin hewsê

Teşkîlata dadweriyê ya Rejîma Alê Xelîfê 12 inqilabiyên din ên behreynî bi tawana beşdariya li kombûna li dijî Rejîmê, xistin hewsê.

Li gorî rapora îro duşemiyê ya navenda nûçan a Mename postê, dadgeha bilind a cizayê ya Rejîma Alê Xelîfê, ji heft kes ji 12 welatiyên behreynî re , pênc sal û ji yên din re jî 3 salan cizaya hewsê birriye. Temenê tawanbarên hanê navbera 16 heya 23 salî ye.

Vêxistina bi qest a êgir, lidarxistina kombûnan, hebûna  bitrûyê agirzê û gîhandina zirarê li trimbêla wezareta karên hunidr ji tawanên dine ciwanên behreynî ne. Wan her wiha  tawanbar bûne ku divê 218 dînarên behreynê cirîmê bidin.

Li gorî nûçeyek din ji Behreynê, alimên Behreynê cardinê li daxûyaniyekê, dorpêça eskerî ya navça  Dorazê cihê jiyana  Şêx Îsa Qasim alimê bi nav û deng ê vî welatî ne tenê dorpêça navçeyekê belkî weke  dorpêça ol û gel dane zanîn û ragihandin  kuştina  hovane ya behreyniyan li navça Dorazê bi hevkariya Emerîka û Brîtanyayê û daxwaza hin  welatên navçê cih hatiye.

Li vê daxûyaniyê alimên behreynê tekez kirin ku rawestana  li ber ol û baweriyê ji aliyê rejîmê, nîşana  asta gendeliya Rejîma Alê Xelîfê ye.

Behreyn ji Sibata 2011an ve bûye meydana  inqilab a gelan li dijî Rejîma Alê Xelîfe. Gelê Behreynê daxwaza azadî, damezarndina  edaletê û rakirina  duberekiyê û bidesthilatbûna  dewleteke bijarte li welatê xwe dikin lê Rejîma Alê Xelîfe jibo vemirandina  agirê nerazîbûnan, hejmarek ji xelkê û rêberên dijber desteser kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu