ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêbên Rûhanî li Havanaya Kûbayê

Hesen Rûhanî berêvariya duşemiyê li gorî dema herêmî (berbanga sêşemiyê li gorî dema Têhranê) li civîna taximên derecebilind ên Îran û Kûbayê li Havanayê bi amadebûna serokomarê Kûbayê got: Divê ku bi saya behregirtina ji potansiyêlên nepenî li du welêatan asta peywendiyên duyalî di hemî waran bi taybet warê aboriyê jorda here.

Rûhanî bal kişande ser serketina Îranê li warê gotûbêjên navokî ligel Koma 5+1`ê û her viha got: Armanca hinek ji welatên hêzdar ji bo sepandina boykotan û zextan li dijî welatên serbixwe pawanxwaziya wan li warê hebûna têknolojiyên nûjen û girîng e.

Serokê saziya cihêner a Îranê tevî pesinandina morala berxwedanê ya gelê Kûbayê li hemberî mêtinker û serdestîxwazan, got: Gelê Îranê jî di heyama heşt salan şerê sepandî yê rêjîma Beisa Iraqê dijî Îranê li halekî li ber xwe da ku Rojhilat û Rojava alkariya aliyê destdirêjker dikirin û van hêzxurtan piştî bidawîhatina şêrr jî bi mehneyên cûrbicûr  zext û boykotên xwe dijî Îranê domandin.

Raol Kastro serokomarê Kûbayê jî got: Kûba şanaziyê dike ku şirîka hertimî ya Komara Îslamî ya Îranê ye û ti kes nikare pêvajoya berfirehbûna peywendiyên du welatan rawerstîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu