Artêşa Iraqê ragihand ku bi dehan endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê li beşa rojavaya Mûsilê li bakûra rojavaya Iraqê xwe radest kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Necm Cibûrî fermandarê opêrasyona azadkirina Mûsilê duh danê êvarê bi daxûyanîyekê ragihand, bi dehan endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê bi dû têkçûna refên wan ên berevanîyê li beşa rojavaya Mûsilê, xwe radestî hêzên iraqî kirin.
Di daxûyanîya fermandeyê opêrasyona azadkirina Mûsilê da hatîye: Gellek têrorîst û serkirdên wan revîne yan hatine kuştinê.
Heyder Ebadî serokwezîr û fermandeyê gişt hêzên çekdar ê Iraqê vê dawîyê bi daxûyanîyekê ji endamên mayî yên DAIŞ`ê li Mûsilê re gotibû ku yan xwe radest bikin û bi awayekî dadmendane bên mehkemekirinê û yan jî hûn ê bên kuştinê.
Hêzên ewlehîyê yên Iraqê îro berpirsê nivîsgeha Hesebe ya DAIŞ`ê li Mûsilê girtin.
Li gorî raporan, beşa kevnar a Mûsilê sitargeha herî girîng a têrorîstên mayî yên DAIŞ`ê ye ku hêzên iraqî ber bi kûratîya vê deverê va pêşda diçin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)