EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Ragihandina fermî ya hejmara eskerên kuştî û birîndarên Amerîkayê li Efganistanê

Wezareta Berevanîya Amerîkayê ragihand ku zêde ji 22 hezar leşkerên vî welatî li şerê Efganistanê hatine kuştin û birîndar bûne.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê ji kabolê, mêdyayên Efganistanê îro ji zarê Wezareta Berevanîya Efganistanê ragihandin: Ji sala 2001`ê ve heta niha 2 hezar û 263 eskerên amerîkî li şerê Efganistanê hatine kuştinê û zêde ji 20 hezar serbaz jî birîndar bûne.

Li gorî vê raporê, zêde ji 4500 eskerên amerîkî jî li Iraqê hatine kuştinê û zêde ji 32 hezar serbazên amerîkî jî birîndar bûne. Eskerê herî dawîyê yê amerîkî di yekem roja sala 2018`an de li parêzgeha Nengerharê li rojhilata Efganistanê hat kuştinê.

Niha nêzî 11 hezar serbazên amerîkî li Efganistanê ne.

Başa dön tuşu