FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Tevgera Cîhada îslamî: Tu welatekî bi qasî Îranê piştgiriya gelê Filistînê nekiriye

Sekreterê giştî yê tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê got: Berpirsên Komara îslamî ya Îranê tim alîgirê gelê Filistînê bûne û tu berpirsekî din li navçê ev kara nekiriye.

 Ziyad El-Nexale,sekreterê giştî yê tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê li gotûbêja bi  navenda nûçan a El-Ehdê ya Lubnanê peywedniya  gelê Filistînê bi Komara îslamî ya Îranê re  dîrokî dan zanîn û got: Sefera vê dawiyê bo Têhranê bi armanca xurtkirina peywedniyan û gotûbêja  li bara  pirgirêkên  gelê Filistînê û  kêşeyên pêşberî navçê û loma  giringî û cih û şûna navçeyî û navneteweyî ya Îranê ye.

Ziyad Nexale ku vê dawiyê bi taximekê re sefera Têhranê kiriye bi rayedarên pilebilind ên Îranê ji wan hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve û Elî Şemxanî sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê hevdîtin û gotûbêj kir.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, roja duşemiyê li hevdîtina  Ziyad El-Nexale,sekreterê giştî yê tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê destnîşan kir: Serketina  sereke ya gelê Filistînê û  ya komên berxwedanê bûye ku Rejîma Siyonîstî ku artêşên erebî nekarin wê işkest bidin bi  wan hat tewandin û bi îzna  Xwedê Teala dê serketinên  mezintir jî hebin.

Hevdîtina taxima  tevgera cîhad Îslamî ya Filistînê bi rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li medya Rejîma  Siyonîstî jî deng veda.

Rojnama  Yedîot Aharanot, gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî  li bara hêzên  gelê Filistînê li warê tewandina  Rejîma Siyonîstî weşand û ji zarê hezretê ayetullah Xamineyî bal kişand  ser mesela serketina gelê Filistînê li cihanîna karekî ku  artêşên erebî nekarîn wê bikin.

Rojnama  Yesraîl Hiyom, kanala  20 a Televîzyona Rejîma  Siyonîstî û malpera nûçan a  Debkayê jî li nûçe û raporên  xwe gotinên  rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li vê hevdîtinê weşandin.

Başa dön tuşu