Sekreterê giştî yê tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê got: Berpirsên Komara îslamî ya Îranê tim alîgirê gelê Filistînê bûne û tu berpirsekî din li navçê ev kara nekiriye.
Ziyad El-Nexale,sekreterê giştî yê tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê li gotûbêja bi navenda nûçan a El-Ehdê ya Lubnanê peywedniya gelê Filistînê bi Komara îslamî ya Îranê re dîrokî dan zanîn û got: Sefera vê dawiyê bo Têhranê bi armanca xurtkirina peywedniyan û gotûbêja li bara pirgirêkên gelê Filistînê û kêşeyên pêşberî navçê û loma giringî û cih û şûna navçeyî û navneteweyî ya Îranê ye.
Ziyad Nexale ku vê dawiyê bi taximekê re sefera Têhranê kiriye bi rayedarên pilebilind ên Îranê ji wan hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve û Elî Şemxanî sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê hevdîtin û gotûbêj kir.
Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, roja duşemiyê li hevdîtina Ziyad El-Nexale,sekreterê giştî yê tevgera Cîhada îslamî ya Filistînê destnîşan kir: Serketina sereke ya gelê Filistînê û ya komên berxwedanê bûye ku Rejîma Siyonîstî ku artêşên erebî nekarin wê işkest bidin bi wan hat tewandin û bi îzna Xwedê Teala dê serketinên mezintir jî hebin.
Hevdîtina taxima tevgera cîhad Îslamî ya Filistînê bi rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li medya Rejîma Siyonîstî jî deng veda.
Rojnama Yedîot Aharanot, gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li bara hêzên gelê Filistînê li warê tewandina Rejîma Siyonîstî weşand û ji zarê hezretê ayetullah Xamineyî bal kişand ser mesela serketina gelê Filistînê li cihanîna karekî ku artêşên erebî nekarîn wê bikin.
Rojnama Yesraîl Hiyom, kanala 20 a Televîzyona Rejîma Siyonîstî û malpera nûçan a Debkayê jî li nûçe û raporên xwe gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li vê hevdîtinê weşandin.