CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Dew û dozên derew ên Emerîkayê li dij Îranê

General Joseph Votel, serokê Erkantiya Fermandetiya Navendî ya Emerîkayê îdia kir ku Îran dixweze bibe Qaweta serdest a navçê. Wî roja çarşemiyê li Komîteyên Hêzên Çekdar ên Meclisa Nuneran a Emerîkayê diyar kir: Îran bi qayiqên xwe yên bitaw hewl dide li navçê hêz û qaweta xwe bide xûyanê.

Vî generalê emerîkî li dewama îdia û şantaja xwe yên li dijî Îranê got: Xêncî şiyana çêkirina çekên navokî, Îran çavkaniya çend gefên din e jî. wî got: Îranê bernameyeke mûşekî ya bihêz heye û xebatên deryayî yên Îranê ji me re fukaran çê dike.

Emerîkayê li sê dehekên derbasbûyî Îranê bi hewldana jibo bidestxistina çekên navokî, mudaxileya li karûbarên  welatên navçê û piştgiriya ji terorîzmê û binpêkirina mafên mirovan tawanbar kiriye û niha jî bi îdiaya dilgiraniya ji ber hêza mûşekî û hebûnabi hêz ya deryayî, hewl dide li warê ewlehiya navçê jibo Îranê pirsgirêkan çê bike.

Zextên Emerîkayê û hevpeymanên wê yên navçeyî li dijî Îranê ji serdema şerê sepandî bi piştgiriya çek û sîlehî ji rejîma Sedam û heta  bi dayîna  çekên kîmyayî, dorpêçkirina aborî û hewla jibo bêhêvîkirina xelkê ji cihhatina armancên  inqilabê û kêmrengkirina beşdariya xelkê li hilbijartinê destpê bû û dom kir. Lê Emerîka negihêşt armancên xwe.

Nihêrînên bi dijmiantî yên Emerîkayê li dijî Îranê tu carî ranewestane û Emerîka tim Îranê wek taluke û gef nîşan dide. Helbet Îranê hêz û tecrubeya pêwîst heye ku li hember van liv û tevgerên kavilker raweste.

Komara Îslamî ya Îranê xwediyê nêzîkî 2000 km sînorên deryayî li başûr e. loma  xwediyê cih û şûneke binirx û bilind  a jeopolîtîk e. Ev cih û şûna hestyar, pêwîst dike liv û tevegrên biyaniyan li navçê bi hestyarî û bi hûrî û kûrî ve bşopîne.

Komara Îslamî ya Îranê bi caran ragihandiye: heke emerîkî û şirîkên wan ên navçê bixwezin tengava Hurmuzê bi kar bînin û gefê li Îranê bixwen, Îran dê li gor konvansiyona1982`an a deryayan, li hember wan raweste.

Komara Îslamî ya Îranê, karekî dike ku her welatekî serbixwe divê li parastina herêma xwe ya ewlehiyê cih bîne.

Tevî ku ev pirsa di rojevê de ye ku gelo hebûna  eskerî ya berfire ya Emerîka û Brîtanyayê li kendava Farsê û avakirina  navendên  eskerî li vê navçê bi çi armancî cih tê? Helbet hin  welatên ereb ên derdora kendava Farsê li dû proje û planên ewlehiyê yên ji derve ne û bi vê stratejiya  xwe, kendava Farsê kirine meydana  mudaxilên  alozîçêker ên  biyaniyan.

Rayedarên  emerîkî jî hewl didin wer bidin zanînê ku armanac wan rawestana li ber serdestiya  Îranê li navça Kendava Farsê û parastina  ewlehiya  tengava stratejîk a  Hurmuzê ye.

Li halekê ku doktorîna ewlehiyê ya Komara Îslamî ji ewilî va parastina ewlehiyê bi hêza navçeyî û xwedûrkirina ji aloziyê bûye.

Hêzên artêşê û Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê jî tim  ev  peyama  gîhandine dijmin û desdirêjkeran ku ew bi xwe bisaya hêz û qaweta xwe dikarin ewlehiyê dabîn bikin.

Îiayên wekî derbasbûna hêzên deryayî yên Îranê  ji heda xwe û nêzîkbûna li paporên welatên din bêyî berçavgirtina hişyariyên wan, ji wan dew û dozan in  ku dijmin bona kêşesazî û çêkirina aloziyê têxin rojevê ku hevdemê hatûçûna rayedarên amrîkî û îngilîzî ev dew û dozana jî zêde bûne.

Îdiaya kêşesaziya Îranê di nav avên navçê de û neparastina sînorên xwe û rûbirûbûna  paporên hêza deryayî ay Îranê tev paporên wan jixwe şantajên li dijî Îarnê ne. Ev şantaj û dengo bi hat û çûyîna  rayeadrên Emerîka û Brîtanyayê bo navçê zêde bûne.

Loma Komara Îslamî ya Îranê ji ber hebûna van gefên berfireh bi berçavgirtina  pêwîstiyên  xwe yên berevaniyê û bi berçavgirtian pêdiviyên xwe yên sereke, stratejiya xwe ya li warê berevaniyê li gorî jordebirina  asta parastînê ava kiriye û hêz û şiyana pêwîst jibo girtina pêşiya  destdirêjî û mudaxilên muhtemel ji aliyê  her desdirêjkirekî li navçê heye.

Di eynî demê de Îranê baweriya xwe bi hevkariya  navçeyî jibo parastina ewlhiya  komî bi hevkariya  welatên cînar heye.

Başa dön tuşu