Tevgera El-Wefaya Îslamî ya Behreynê roja şemiyê li daxûyaniyekê kiryara welatên navçê ya normalkirina peywedniyan bi Rejîma Siyonîstî re şermezar kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, li daxûyaniya tevgera El-Wefaya Îslamî ya Behreynê hatiye destnîşan kir ku seredana Nêtanyahû ji Umanê û beşdariya hin welatên Îslamî li pêşbirkên werzişê ya hevpar bi siyonîstan re weke teslîmbûna li hember xwestekên Emerîkayê û çandina tova kanserê ya siyonîsmê li navça da zanîn.
Tevgera El-Wefaya Îslamî ya Behreynê kiryara ji bo normalkirina peywendiyan bi siyonîstan re şemezar kir û ji misilmanên cîhanê xwest ku berxwedana bona jinavçûna tovê kanserê ya Rejîma Siyonîstî li navçê bidomînin.
Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma siyonîstî roja pêncşmeiyê li Mesqeta, paytexta Umanê bi Sultan Qabûs paşayê vî welatî re hevdîtin pêk anî.
Her du alî li vê hevdîtinê li bara meselên dualî û navçeyî ji wan bipêşdebirina pêvajoya lihevkirinê gotûbêj kirin.
Pêvajoya lihvekirinê li Rojhilata Navînê ku li sala 1991an bi rênimûnî û plana Emerîkayê û hin dewletên ewrûpî pêk hat, pêvajoyeke bi talûke û aloz tê hesabê ku armanca wê binpêkirina tam a mafên filistîniyan e.