ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Cabêriyê- Ensarî: Rola Îranê li Sûriyê li gor rastiyê ye

Muzakirekirê pilebilind ê Îranê li karûbarên Sûriyê raghand: Tu welatek nikare welatên din dayne qeraxê û rola Îranê li Sûriyê, pêvajoya Astanê û aşitiyê li vî welatî li gor rastiyê ye.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Huseyn Cabêriyê- Ensarî, Muzakirekirê pilebilind ê Îranê li karûbarên Sûriyê piştî kutabûna hevdîtian sêalî ya karzanên  pilebilind ên  welatên Îran, Rûsiye û Tirkiyê wek berteka li hember şantajên  hin medya dijber Li Tirkiyê  li bara  nebûna Îranê li Sûriyê got:  Aktorên   bi bandor û giring  dê helwesta  nemaqûl a hin welatan ji wan Emerîkayê neşopînin ji ber ku eva  siyaseteke işkestxwarî ye.

Muzakirekirê pilebilind ê Îranê li karûbarên Sûriyê her wiha got: Îran bona bidestxistina aşitiya mayînde li çarçoveya  muazkirên Astanê û peywedniyên  navneteweyî hewl dide û dê kiryarên xwe jî bidomîne.

Cabêriyê- Ensarî bal kişand  ser hevdîtinên  îro çarşemiyê  û duh bi nûnerên  Rûsiyê û Tirkiyê li Moskowayê û got: Mêhwera van  gotûbêjan çawaniya  pêşdevirina  pêvajoya aşitiya Astanê bû.

Başa dön tuşu