IraqNûçeRojhilatanavin

Tevgera Îslamî hişyariyê dide Yekgirtû

Serkirdeyekî Tevgera Îslamî ragehand ku, pêkhateya Eniya Islah hezaran dengê alîgirên wan e û nabe Yekgirtû navê qewareyê hilweşîne, tekez kir ku, eger Yekgirtû karekî wiha bike dê helwesta wan hebe.

Endamê polîtburoya Tevgera Îslamî Enwer Enabî ji BasNewsê re ragehand ku, lîsta Eniya Islah ku, ji hevpeymaniyekê di navbera tevgera Îslamî û Yekgirtû de pêkhatibû hezaran dengê tevgerê têde ne û nabe Yekgirtû bi navê firakisyona Yekgirtû beşdarî Parlamentoya Kurdistanê bibe.

Wî Serkirdeyê Tevgera Îslamî got jî ku, raste dengê namzedên me negiheşt atsa derçûnê lê alîgirên me deng bi Eniya Îslah dan, lewma li gor yasayên komisyonê divê bi wê firakisyonê beşadarî parlamentoyê bibin.

Herwiha tekez kir eger Yekgirtû karekî wiha bike dê helwesta wan hebe.

Başa dön tuşu