IraqNûçeRojhilatanavin

Tevgera Sedr: Deriyê me ji kurdan re vekirî ye

Berdevkê Tevgera Sedr Cefer Mûsewî ragihand ku ji bo beşdarbûna hevpeymaniya Saîrûn û Fetih, deriyê wan ji bo aliyên kurd vekiriye.

Şeva derbasbûyî Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedr û Hevpeymaniya Fetih a bi serokatiya Hadî Amirî ragihandin ku wan ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li hev kirine.

Berdevkê Tevgera Sedr Cefer Mûsewî bi daxuyaniyekî diyar kir ku wan berê jî li gel Tevgera Hîkme ya bi serokatiya Emmar Hekîm û Lîsteya Wetaniye ya bi serokatiya Eyad Elawî re hevpeymanî pêk aniye.

Cefer Mûsewî destnîşan kir ku deriyê wan ji bo kurdan û herwiha ji bo Hevpeymaniya Nesr a bi serokatiya Heyder Ebadî, vekiriye û ew jî dikarin werin nav hevpeymaniyê.

Di hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê de Hevpeymaniya Saîrûn 54 kursî bidest xist û bû yekem. Hevpeymaniya Fetih bi 47 kursiyan bû duyem.

Başa dön tuşu