ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê: Amerîka û YE`yê ne yê pêbawerîyê ne

Pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê bal kişand ser vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û pêgirî kir: Ne Amerîka ne jî YE`yê yê pêbawerîyê nînin û Birûksêl di warê bêsozîyê de ji Waşîngtonê kêmastir nîne.

Ayetulah Ehmed Xatemî li xutbên nimêja înîyê ya Têhranê pêgirî kir ku mijara iqtidara mûşekî ya Îranê têkilîyek bi Amerîka û YE`yê re tineye û got: Heke di çend hefteyên ku Têhranê wek derfet daye YE`yê de, zîyana li Îranê ketîye neyê cebirandinê, Komara Islamî ya Îranê yê ji rêketinama navokî vekişe.

Ayetulah Xatemî bi gotina vîya ku dijminên Îranê ji dema serketina Inqilaba Islamî ve bi dû rûxandina Pergala Komara Islamî ya Îranê ne, dîyar kir: Dijmin Îraneka lawaz dixwazin û Donald Trump serokomarê Amerîkayê û hin welatên herêmê ji ber iqtidara Îranê aciz in.

Pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê pêgirî kir ku Îran dê iqtidara xwe ya leşkerî bidomîne, ragihand: Heke Rêjîma Sîyonîst sefêktîyê bike, Komara Islamî ya Îranê dê Tel Avîv û Heyfayê bi xalîyê re bike yek.

Ayetulah Xatemî got: Bila Erebistan, Behrêyn û Imarat wek piştgirên Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst jî bizanibin ku heke bûyerek dijî Îranê li herêmê biqewime, ew ê berî Amerîkayê bibin armanc.

Pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê herwiha serketina Hizbulahê li hilbijartinên parlimana Libnanê pîroz kir û got: Ev hilbijartina serketineke mezin ji bo Bereya Berxwedanê û işkesteke giran ji bo Erebistanê bû.

Ayetulah Xatemî herwiha qedrê Sûrîyê ji ber bersiva giran a li hemberî êrişên Rêjîma Sîyonîst girt û pêgirî kir: Bersiva ku Sûrîyê li hemberî zorbêjîyên Rêjîma Sîyonîst gellekî wêrekane bû û bû sebeb ku bajarokên sîyonîstnişîn veguherin bajarên mirîyan.

Başa dön tuşu