IraqNûçeRojhilatanavin

Tewsiya merceyê olî yê Iraqê bo rêberên kurd

Merceyekî olî yê Iraqê roja îniyê tewsiye li rêberên Herêma Kurdistana Iraqê kir ku xwestekên xwe di asteke maqûl de bêxin rojevê û bişopînin û li bara dûhatên nesekinîna ser qanûna bingehîn a Iraqê hişyarî da.

Li gorî rapora IRNA`yê, ayetullah Muhemed Teqî Muderisî li axiftinên xwe yên hefteyê li Kerbelayê, kurd weke birayên xwe da zanîn û tewsiye li wan kir  ku her kiryarekê li gorî qanûna bingehîn bişopînin.

Vî merceyê iraqî bal kişand sr pêwîstiya berçavgirtina qanûna bingehîn  li her reftar û birayerkê û got: nizama federalî yek ji xalên modern û pêşketî yên qanûna bingehîn e ku biryên kurd jê sûdê werdigirin.

Ayetullah Muhemed Teqî Muderisî nesekinîna  ser qanûna  bingehîn û rezamendiya  gelê Iraqê weke karesatekê da zanîn û li bara alugurên  niha yên pêvajoya siyasî ya Iraqê jî got ku liv û tevegrên  nû beşek ji pênaseya pergala demokratîk e û ev  normal e û bêzirar e.

Ayetulah Muderisî di eynî demê de bala xwe da ser vê xalê ku  ev alûgur  heya wexta ku li gor  qanûnê û prensîp û nirxên  olî û neteweyî bin, bê zirar in.

Vî merceyê iraqî li beşek din  ji gotinên xwe yên heftane bala xwe da ser vekişyana  Rejîma Siyonîstî ji plan û bernameyên  xwe li mizgevta El-Eqsayê û got : ” Zexta gelên misilman û hin dewletên  Îslamî, bû sedem ku Rejîma  Siyonîstî ji planên dijî Îslamê li Qudsa Pîroz paşde vekişe”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu