Text Rewançî: Îzna venihêrîna rêketinnama navokî nayê dayînê
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê îzna venihêrîna rêketinnam navokî nade.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa karûbarên Ewrûpa û Emerîkayê Mecîd Textê Rewançî, wekî berteka li hember gotinên Reks Tîlerson wezîrê karên derev yê pêşniyarkirî yê serokkomarê bijartî yê Emerîkayê li bara venihêrîna rêketinnama navokî, li koma nûçegihanan got: Komara Îslamî ya Îranê qet îzna karekî wiha nade û eva netenê helwesta Tehranê belkî helwesta endamên grûpa 5+1`ê jî ye.
Textê Rewançî bal kişand ser civîna vê dawiyê ya komîsyona hevpar a rêketinnama navokî li Viyenê û istandina garantiya nivîskî ji emerîkiyan derheq vê yekê ku dirêjkirina boykotên vî welatî li dijî Îranê bandorê li rêketinnama navokî nake û destnîşan kir: Li vê civînê hat tekezkirin ku rêketinnama navokî bi awayekî herîbaş cih were.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Li civîna komîsyona hevpar a rêketinnama navokî li Viyenê hemî endam hevdengê Îranê bûn ku ku qet nabe rê bidin rêketinnama navokî rastî hin pirsgirêkan were.
Bi dû cihhatina rêketinnama navokî ji Çilla 2016`an ve Emerîkayê wekî yek ji aliyên hevhatina navokî bêsozî kiriye û ser berpirsiyariyên xwe nesekiniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)