CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Text Rewançî: Îzna venihêrîna rêketinnama navokî nayê dayînê

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê îzna venihêrîna rêketinnam navokî nade.

 Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa karûbarên Ewrûpa û Emerîkayê Mecîd Textê Rewançî, wekî berteka li hember gotinên Reks Tîlerson wezîrê karên derev yê pêşniyarkirî yê  serokkomarê bijartî yê Emerîkayê li bara venihêrîna  rêketinnama navokî, li koma nûçegihanan got: Komara Îslamî  ya Îranê qet îzna  karekî wiha nade û eva netenê helwesta Tehranê belkî helwesta endamên  grûpa 5+1`ê jî ye.

Textê Rewançî bal kişand ser civîna vê dawiyê ya komîsyona  hevpar a rêketinnama navokî li Viyenê û istandina garantiya nivîskî ji emerîkiyan derheq vê yekê ku  dirêjkirina  boykotên  vî welatî li dijî Îranê bandorê li rêketinnama navokî nake û destnîşan kir: Li vê civînê hat tekezkirin ku rêketinnama navokî bi awayekî herîbaş cih were.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir: Li civîna  komîsyona hevpar a rêketinnama navokî li Viyenê hemî endam hevdengê Îranê bûn ku ku qet nabe rê bidin rêketinnama navokî rastî hin pirsgirêkan were.

Bi dû cihhatina  rêketinnama navokî ji Çilla 2016`an ve Emerîkayê wekî yek ji aliyên  hevhatina navokî bêsozî kiriye û ser berpirsiyariyên xwe nesekiniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu