BehreynNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana berfireh a gelê behrêynê bi nîşana piştgiriya ji Şêx Îsa qasim

Gelê Behrêynê careka din bi lidarxistina xwenîşandaneka berfireh li hin navçeyên vî welatî, piştgiriya xwe ya berfrieh ji Şêx Îsa Qasim, melayê pileberz ê behrêynî ku li mala xwe hatiye zindanîkirin, ragihandin.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê `Sewt ul Mename` (Dengê Menameyê), gelê Behrêynê Îniyê bi şev li navçeyên Ebu Sebî, El Şaxure û Keraneyê bi bilindkirina diorûşmeyên dijî Rêjîma Alê xelîfe, hevgirtin û hevdengiya xwe bi şêx Îsa Qasim ra ragihandin.

Li pey xerabûna rewşa şêx Îsa Qasim, Hemed bin Îsa Alê Xelîfe, Paşayê Behrêynê li gorî nêrîna pizişkan, ferman şandina wî bo derveyî weklêt ji bo dermanê da.

Tevî xerabûna rewşa şêx Îsa Qasim, ev melayê pileberz ê behrêynî hema wisa li mala xwe tê ragirtin.

Rêjîma Alê xelîfe bi istandina madê welatîbûnê û darizandina şêx Îsa Qasim ji Hezîrana sala 2016an va li navçeya Durazê, cihê rûniştina vî melayê dînî dorpêç kiriye û heta rê nade ku xelk nimêja Îniyê li vê navçeyê li dar bixin.

Gelê Behrêynê ji Sibata sala 2011an va bi lidarxistina xwenîşandana aram, daxawza azadî, pêkhatin adadmendiyê û wêdaçûna cihêkariyê û desthilatdarbûna pergaleka bijartî li welatê xwe dikin; Lê Rêjîma Alê xelîfe hejamreka zêde ya rêberên dijber girtine û bi çêkirina dosyeyên sexte hikmê hebsên dirêj li wan birrîne.

Başa dön tuşu