ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Textrewançî: Mafê Sûrîyê heye ku bi têrorîstan ra şer bike

Sefîr û Nunerê Dayimî yê Îranê li NY got: Armanca têkildarî kivşkirina “devera kêmkirina gêreyê“ li Idlibê, piştgirîya ji sivîlan himberî cinayetên têrorîstan bû ne dabînkirina devereke ewleh jibo ew bikaribin hejmareke zêdetir a sivîlan bikujin.

Sefîr û Nunerê Dayimî yê Îranê li NY şeva buhurî di civîna Civata Ewlehîya vê sazîyê ya têkildarî Sûrîyê de got: Dewleta Sûrîyê mafê wê heye ku bi berçavgiritna isûlên hiqûqa navnetewî û mirovdostîyê, himberî têrorîstên herî bitehluke ku li Idlibê bi cih bûne û zêde ji 2 milyon kes rehîn girtine, tê bikoşe û ewlehîyê jibo war û gelê xwe dabîn bike.

Sefîr û Nunerê Dayimî yê Îranê li NY herwiha got: Serdestîya tam a dewleta Sûrîyê li hemî axa vî welatî, vegera awareyan, jinûveavakirin û çareserkirina sîyasî ya qeyrana vî welatî pêwîst in.

Textrewançî bi bîr xist ku Îranê digel welatên garantorê demajoya Astanê rawêjkarîya jibo handana dewleta Sûrîyê bo razîbûna derheq pêkanîna Komîteya Qanûna Bingehîn domandîye û pêgirî kir: Di dawîyê da kivşkirina çarenûsa Sûrîyê mafê zatî û pawankirî yê gelê vî welatî ye û civaka navnetewî tenê divê piştgirîyê bide serêxwegirtina wê.

Başa dön tuşu