Teyibniya: Bila guhestina pereyên ji ber firotina niftê bo Hindûstanê, berdewam bibe
Wezîrê karûbarên aborî û daraiya Komara Îslamiya Îranê, li hevdîtina tev hevtûşê xwe yên hindî, li ser dewama veguhestina pereyên ji ber firotina niftê bo wî welatî sekinî.
Elî Teyibniya, wezîrê karûbarên aborî û daraiya Komara Îslamiya Îranê ku bona beşdariya li civîna salane ya Banka Cîhanî, seredana Waşîngtonê kiriye, li hevdîtina tev Aron Caytlî, hevtayê xwe yê hindî got: Pêkanîna peywendiyên kargêriyê yên di navbera du welatan de, ji karên me yên sereke ye.
Teyibniya bal kişand ser qutkirina peywendiyên kargêriyê yên di navbera du welatan de yên ji ber boykotan û got: Hin gotûbêjên kêrhatî pêk hatine, lê hîn bi awayekî tam û tekûz cih nehatine.
Aron Caytlî, wezîrê daraiya Hindûstanê, di vê hevdîtinê de destnîşan kir aliyê hindî her wekî dema ku li sefera serokwezîrê Hindûstanê bo Têhranê qebûl kiriye, li ser bernameya veguhestina pereyan disekine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)