NûçeRojhilatanavinSûriye

Tezelawê sûrî idiaya welatên rojavayî li Dûmayê pûç derxist

Tezelawê 11 salî yê sûrî ku li vîdyoya neyarên dewleta Şamê wek kesê bijehrêketî ji ber êrişa kîmyewî li Dûmayê hatibû nasandinê, ragihand ku ew ji bo wergiritna xwarekê li vê vîdyoyê pişkdar bûye.

Hesen Deyab li hevpeyvîna digel Kanala 1 a televîzyona Rûsîyê got: Dema sehne ji bo nîşandayîna êrişa kîmyewî ser Dûmayê dihat amadekirin ez li qata binerdê rûniştibûm û me tiştek ji bo xwarinê tinebû ku me dengê kesekî bihîst û paşê em veguhestin nexweşxanê, li nexweşxanê çend kesan av ser me da dikirin û digotin ku êrişa kîmyewî pêk hatîye.

Bavê wî tezelawê sûrî jî got ku têrorîstan wek destmiza pişkdarîya Hesen li vê amadekarîya sahna êrişa kîmyewî hin xwarin ji wan xurme û birinc danê.

Vasily Nebenzya sefîrê Ûrsêtê li NY jî ragihand ku biryar e ew hevpeyvîn li civîna bê ya Konseya Ewlehîyê ya NY wek belgeya xalifandin û berovajînîşandanên têkildarî vê êrişa biguman were weşandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu